تبليغاتX
دیالۆگ - ژ بۆ جارا یه‌كه‌مین نه‌خشا موكریان ئا كوردستان ل سه‌ر ئینته‌رنه‌تێ

دیالۆگ

ژ بۆ جارا یه‌كه‌مین نه‌خشا موكریان ئا كوردستان ل سه‌ر ئینته‌رنه‌تێ

Ji bo cara yekemîn nexşa Mukryan a Kurdistan li ser internetê
23 Kanûn 2008 Sêşem Saat 17:18
AVESTA-Nexşeya siyasî û demografî ya Mukuryanê ku nêzî salekê berî niha hatibû çapkirin, hejî li Îranê qedexeye û hêzên asayîş yên

Nexşeya siyasî û demografî ya Mukuryanê ku nêzî salekê berî niha hatibû çapkirin, hejî li Îranê qedexeye û hêzên asayîş yên Îranê pir bi tundî li dijî wan kesan disekinin ku vê nexşeyê bilav dikin.

Sulêyman Çukelî ku nexşa Mukiryan amade kiriye, di vê derbarê de dibêje ku karê dizayin û amadekirina nexşê zêdetirî 3 salan ji wexta wî biriye.

Lê Îran li rojhilatê Kurdistan rê li bilavkirina nexşê digire û bi eşkere li bazarê nayê dîtin.

Çukelî zêdetir dibêje; nexşe ruxmi ku grîngiya cografiya mirovî yê Mukryan dixe ber çavan, her weha nasnamyeke kurt ya Mukryan ji beşê zimanê farsî, înglizî û kurdî digre xwe.

Piştî salekê ku nexşe bikeve dest her kesî, Çukelî biryarê dide ku nexşeyê li ser internetê biweşîne da ku lêkolinvan bi hêsanî bikaribin nexseyê bibînin.

Mukriyan dikeve rojhilatê Kurdistan û başûrê eyaleta (azerbaycana rojava) yê Îranê, niştecihên wê ji gelek etnik û olên weke Kurd, Azeri, Sunî, Şîe û Goran pêk tê.

Linka nexşeye; http://bokan.de/Bokan/Mukeryan.jpg

Amadekirin: Selahedîn Bayezîdiî

ئه‌م هه‌واڵه له‌سایتی ئاڤێستادا

+ نوشته شده در  چهارشنبه 4 دی1387ساعت 23:7  توسط سه‌لاحه‌دین بایه‌زیدی  |